25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zaxo.. Ji ber PKKê 115 gund nehatine avedankirin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Ji nava 184 gundên sînorê bajarokê Zaxo, 115 gund ji ber nearamiya navçeyên sînorî û hebûna navend û baregehên PKKê, nehatine avedankirin, vê yekê jî gilî û gazinên welatiyên navçeyê li pey xwe aniye.

Qayimqamê Bajerokê Zaxo Xelîl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber nearamiya navçeyên sînorî û hebûna baregehên PKKê heta niha ji nava 184 gundên sînorê devera Zaxo, 115 gund nehatine avedankirin. Xelkê wan gundan dibêjin bila PKK navendên xwe ji nava me derxînin, lê heta niha gerîlayên PKKê ji wir derneketine. Tevî ku di havînî û beharê de xelkê wan gundan dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe,lê PKKê rê nade wan û nahêle ew vegerin.”

Xelîl Mehmûd amaje bi wê yekê jî kir eger ew gund hatibana avedankirin û projeyên xizmetan gihabana wir niha salane bi hezaran kes dê çûbana wê deverê bo siyahetê.

Qayimqamê Zaxo wiha domand: “Ew 69 gundên ku hatine avakirin, piraniya awan gundên biayê me yên mesîhî ne, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê salanên borî ew gund ji wan re avedan kiriye û xizmeta wan hatiye kirin.”

Nûçeyên têkildar