26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: Tîmeke lêkolînê li çekê kîmyayî ji Bexda hatiye Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand ku, tîmeke lêkolînê li ser çekê kîmyayî ji Hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye, ew jî bo lêkolînê li ser wan cihên ku guman heye DAIŞ li wir çekkên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge bikar aniye.

Ferîq Cemal Îmînkî, Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku tîmeke pispor di warê bikaranîna çekên kîmyayî di Hikûmeta Iraqê de serdana Herêma Kurdistanê kiriye, ew jî bo lêkolînê li ser wan çekên ku li çend cihekî li dijî Hêzên Pêşmerge ji aliyê DAIŞê ve bikar hatine, ku îro jî serdana Bendava Mûsilê kir û lêkolîn li wan cihan dikin ku çekê kîmyayî li wir bikar hatiye.”

Îmînkî wiha got: “Dema ku ew tîm lêkolînên xwe bi dawî bîne, dê vegere Bexdayê û li wir li taqîgehên xwe pişkinînê bike û piştre encamê eşkere bike. Hatina wê tîmê li ser daxwaza Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.”

Serfermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Jibilî lêkolînê li ser wan cihên ku çekên kîmyayî li wir bikar hatine, ew tîm dê perwerdeya leşkerî bide Hêzên Pêşmerge derbarê çekên kîmyayî.”

Nûçeyên têkildar