25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê nehatiye guhrtin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Berdevkê Frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê radigehîne ku, ti guhertinek di nava endam û serokatiya frakesyonê di rojevê de nîne.
Mihed Elî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew gotegotên ku behsa encadana guhetrtinan di frakesyona PDK de dikin bê bingeh û dûr ji rastiyê ne.
Mihemed Elî tekez kir ku “38 parlementerê PDK hene, her 38 endam jî dê wek xwe bimînin.”
Derbarê guhertina serokê frakesyonê de jî, Elî tekz kir ku, Omêd Xoşnaw dê her bimîne serokê frakesyona PDK û heta niha jî ti biryar bi guhertina wî derneketiye.
Navborî dupat kir jî ku, ew pêbendî fermana serkirdayetiya PDK de ne, her biryarek jî di xizmeta baştirkirina kar de be, ew pêşwaziyê lê dikin.

Nûçeyên têkildar