26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Artêşa Tirkiyê navçeya Sîdekan topbaran dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Sîdekan- Topxaneya artêşa Tirkiyê careke din sînorê navçeya Sîdekan li Herêma Kurdistanê topbaran dike û jiyana welatiyan û ewlehiya navçeyê dixe metirsiyê.
Peyamnêrê KDP.info ragehand ku, serê sibeha îro Sêşemê gundên Armoş, Berzayî, Kwêstanên Sîkana û Xurakan ji aliyê topxaneya artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.
Herwiha firokeyên Tirkiyê pêgehîn PKK li gundê Mergewerok bombebaran kirin, carek din jî jiyana zarokan xistin metirsiyê.
Ji encama wê bombebaran û topbaranê, welatiyên navçeyê neçar man ku mal û milkên xwe bicih bihêlin.

Nûçeyên têkildar