26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Papayê Vatîkanê daxwaza dike Serok Barzanî du salên din di posta serokatiyê de bimîne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Nûnerê Papa Francisê Vatîkanê nemayek bo hersê serokatiyên herêmê, serokwezîr û serokê parlamena Kurdistanê şand û tê de daxwaz kir ku Mesûd Barzanî du salê dn jî di posta Serokatiya Herêmê de berdewam bike.

Nûnerê Taybetê Papayê Vatîkanê yê Rojhilata Navîn Kardînal Luis Sako bi nameyekê diyar kir ku rewşa navçeyê wesa pêwîst û ferz dike ku rewşa emnî û civakî ya Herêma Kurdistanê aram be û daxwaz kir ku heta ev qonax bê têperandin Mesûd Barzanî du salê din jî weke Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Karûbarên Olî û Ewqaf ê Herêma Kurdistanê Merîwan Naqşîbendî ji BasNews re got ku, Nûnerê Vatîkan ê Rojhilata Navîn Luis Sako beşdarê ”Kongreya Ayîn û Pêkve jiyan” ya li Albaniya kiriye û nameyek bo hersê serokatiyên herêmê, serokwezîr û serokê parlamenê şandiye.

Naqşîbendî diyar kir ku Sako di nameya xwe de diyar kiriye ku rewşa navçeyê wesa pêwîst û ferz dike ku rewşa emnî û civakî ya Herêma Kurdistanê aram be. Naqşîbendî got: ”Sako di nameya xwe de daxwaz kiriye ku heta ev qonax bê têperandin Mesûd Barzanî du salê din jî weke Serokê Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe bimîne. Jiber ku penaberên Mesîhî û Êzdî yên li herêmê dijîn hêviya cihek aram û seqamgîr dikin.”

Naqşîbendî daxuyand ku Nûnerê Papa gotiye ku hêvî dikim xelkê Iraq û Suriye jî weke yê Herêma Kurdistanê di aştî û aramiyê de bijîn. 

Nûçeyên têkildar