25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê di tevahiya waran de reform bê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê di tevahiya warên jiyanê de reform bên kirn û got, hikûmet ji bo pêkanîna reformê ciddî ye.

Bîstekî beriya niha konferansa Tora Parastina Civakî li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Di vekirina konferansê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, divê di tevahiya waran de reform bên kirin û hikûmet jî di vî warî de ciddî ye.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew dê vê yekê gav bi gav bikin û got, pêkanîna reformê pêşiya gendeliyê digire.

Serokê Encumena Wezîran her wiha got ku reform karekî hêsan nîne lê ew rijd in li ser pêkanîna reforman
 

Nûçeyên têkildar