26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayiş Kerkûkê girtina 99 terorîst û tohmetbaran radigehîne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Kerkûk- Asayişa Kerkûkê ragehand ku, di meha Tebaxê de wan 99 tohmetbar terorîst girtine.
Rêveberê Ragehandina Asayişa Kerkûkê, Ferhad Heme Elî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew terorîsên ku hatine girtin, li gor madeya 4 a terorê doze li ser wan hebû, hejmarek ji wan jî terorîstên DAIŞê ne.
Ferhad Heme Elî da zanîn jî ku, di nav wan kesên ku hatine girtin de, ji bilî hejmarek terrorist, kesên ku tohmetên dizî û qaçaxçî û revandinê li ser wan hene.

Nûçeyên têkildar