26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê terorîstên li Qaquq hat kuştin..Gelek ziyanên wan hene

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9 a Hêzên Pêşmerge li sînorê bajarokê Daquqê ragihand, di encama bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê, zêdetirî 15 terorîst kuştin û berpirsê wan terorîstan li Daquqê jî hat kuştin.

Eqîd Rukin Tariq Caf, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9 a Hêzên Pêşmerge li sînorê bajarokê Daquqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji şevê din de, balafir li DAIŞê didin, ew jî li gundên Elbumihemed, Sebanîsan û Til Rebe, û di encamê de 3 otomobîl hatin têkbirin û 15 terorîst hatin kuştin.”

Wek Eqîd Rukin Tariq Caf got, di nava wan 15 kuştiyan de, berpirsê terorîstên DAIŞê li eniya Daquqê yê bi navê Ebû Besîr heye. Ji ber çavdêriya berdewam a Hêzên Pêşmerge ve, terorîst nema karin ti tevgerê bikin.
 

Nûçeyên têkildar