Ew efserê ku termê Alan Kurdî helgirt behsa wê rojê dike

Tirkiye-KDP.info- Ew efserê ku termê wî zarokê kurd (Alan Kurdî) li kenara deryayê helgirtibû, behsa wê demê dike dema ew çûn ser termê wî.
Leşkerê ku cinazê Alan Kurdiyê ku bi malbata xwe ve ji şerê Sûriyeyê reviyan û hewl dan ku bi dereqanûnî herin Ewropayê, lê di behrê de xeniqî, ji behrê derxist behsa wê rojê kir.
Fermandarê Tîma Cihê Bûyerê Lêkolîn Cendirme Astsubay Mehmet Çiplakê ku cesedê Alan di hembêza xwe de girt û ev wêneyê wî û Alan li dinyayê deng da, ji nûçegihanê AAyê re behsa wê rojê kir.
Çiplak got ku roja çarşemê di saet 04.00an de welatiyan îxbar kirine ku li nêzîkî Akyarlar Fenerburnuyê boteke penaberan binav bûye û cesedê hin penaberan derketiye qeraxê.
Çiplak got ku ew piştî îxbarê çûne cihê bûyerê û wan dîtiye ku cesedê derguş jî li ser behrê ye û wiha axivî: "Dema ez hatim cem wî min got 'Înşallah nemirî be'. Lê min nihêrî ew miriye û ez pir xemgîn bûm."
"Dema min ew dît kurê min hat bîra min"
Çiplak got ku kurekî wî yê 6 salî heye û dema wî ev derguş dîtiye kurê wî hatiye birya wî û wiha dewam kir: "Hin caran mirov ditirsin nêzîkî cesedan bibin, lê tiştekî wisa nehat bîra min. Wek ku bavekî ku kurê xwe hembêz bike min cesedê wî yê sivik, lê barê giran ê wek li ser milê bavekî hilda û min ew bir wesayîtê ku wî bibin otopsiyê bikin. Min nizanibû ku ev wêne wê di cihanê de evqas deng bide û wê li ser evqas bê axaftin."
Çiplak got ku ev 10 sale ew vî karî dike û wiha dewam kir: "Demek berê jî hevalekî min ê nêzîk di qezayekî de mir û ew yekem car bû ku min mirina hevalekî xwe yê nêzîk li ber çavê xwe dît. Carekî jî mêrikek li ber çavê jin û zarokên xwe mir û qîrîna wan hê jî di guhên min de ye. Di her du bûyeran de jî min lêkolîn kir. Em bûyerên wiha her tim dibînin. Dema min ev wêne di rojnameyan de dît car din dilê min pê êşiya."




