26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniyek ji polîsê Hewlêrê derbarê şehîdkirina Şehîd Fereydûn Ciwanroyî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê û Fermandarê Eniya Xazir a Hêzên Pêşmerge Fereydûn Ciwanroyî yê ku hefteya borî jiyana xwe ji dest da, ne bi bûyera tirafîkê miriye.

Polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: “Fereydûn Ciwanroyî ne bi bûyereke tirafîkî jiyana xwe ji dest daye, ew rastî êrişeke çekdarî hatiye û otomobîlê xwe li ya wî qelibandine.”

Şeva 24ê Tebaxê saet 24:30, hat ragihandin ku Fereydûn Ciwanroyî di bûyereke tirafîkê de li ser rêya Hewlêr – Xebat jiyana xwe ji dest da, herwiha zêrevanekî wî jî şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Polîsê Hewlêrê ragihand: “Piştî vekirina dosyeya lêkolînê û wergirtina gotina şahidên bûyerê û li gorî kamîreyên çavdêriyê yên nêzîkî cihê bûyerê, diyar dibe ku ji destpêka bûyerê de, otomobîleke spî ji coreyê Land Cruser li pişt otomobîla Fereydûn Ciwanroyî dimeşe û bi du wî dikeve.”

Li gorî wê daxuyaniyê, “Ew otomobîla spî hewlek mezin dide ku xwe nêzîkî otomobîla Ciwanroyî bike û rêya wî qût bike, dema ku nêzîkî otomobîla wî dibe, tometbaran guleyan davêjin otomobîla wî û wê demê ajovan bi hemû awayî hewl dide otomobîla xwe rizgar bike, lewma rêya xwe diguhere.”

Polîsê Hewlêrê wiha domand: “Di heman demê de, otomobîleke leşkerî zirhî ku ew jî ya tometbaran bû, tê û xwe li otomobîla Ciwanroyî dide û di encamê de agir bi otomovîla şehîd Fereydûn dikeve û şehîd dikeve.”

Li gorî heman daxuyaniyê, “Piştre tometbar hatin diyarkirin û kestin destê polîs de, ku 5 kes in: (B.I.M), (H.I.M), (M.I.A), (Î, I.A) û (N.S.B). Ku her 5 ser bi malbata (S.S.I)in û dijmindar in ligel malbatekê bi navê (N.I). Li gorî gotina wan, dihizirîn ew otomobîla dijminê wan e, lewam bi guleyan êrişî otomobîla şehîd Ciwaroyî kirin û piştre otomobîla xwe li ya wî qelibandin.”


Polîsê Hewlêrê wiha got: “Piştî wergirtina gotinên wan, her 5 kesa li tawana xwe mikur hatin û dadwer biryara girtina wan da. Niha ew jî di girtîgehê de ne û lêkolîn berdewam e, da ku bigihên cezaya xwe.”

Fereydûn Ciwanroyî kî ye?

Navê wî yê rast, Fereydûn Mihemed Beg Wekîlî ye. Sala 1950 li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê (girêdayî Kirmaşanê) ji dayîk bibû û sala 1967ê bibû pêşmerge û tevlî Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî bibû.

Fereydûn Ciwanroyî di 12emîn kongreya PDKê de bibû endamê Komîteya Navendî ya PDKê û di 13emîn kongreyê de jî bibû endamê Polîtburoya PDKê. Ciwanroyî ji roja 8ê Tebaxa par ve bibû fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê.

Ew rayedarê PDKê, berpirsê Encumena Rêveberiya PDKê bû li bajarê Silêmaniyê.

Fereydûn Ciwanroyî heta asta lîseyê xwendibû. Ciwanroyî bavê 6 zarokan bû.
 

Nûçeyên têkildar