Parêzgarê Hewlêrê: Udin roleke mezin di şerê li dijî terûrê û alîkariya Kurdistanê dîtiye

Hewlêr-KDP.info- Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê ligel her yek ji Dr. Welîd Qezaz Konsulê nû yê Urdinê û konsulê berê yê wî welatî li Hewlêrê, rola Urdinê di şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya ligel gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di wê hevdîtinê ku îro Yekşemê birêve çû, Newzad Hadî û herdu konsulan yên Urdinê tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û urdinê de.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha rol û xizmeta konsulê berê yê Urdinê bilind nirxand û hêvî xwest ku pêwendiyên dostane yên herdu aliyan pêşbikevin û rola Urdinê di şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya ligel gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.




