Deriyê Îbrahîm Xelîl hat vekirin

Zaxo-KDP.info- Diyar e çend seatan ji ber tundbûna şer û pevçûnan li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Bakurê Kurdistanê, deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl hat girtin, lê deshilatdarên Tirkiyê ew derî dîsa vekirin.
Xelîl Mehmûd, Qayîmqamê Bajarokê Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Girtina deriyê Îbrahîm Xelîl hevdem bû ligel wan tedbîrên ewlehî yên Tirkiyê bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li başûrê wî welatî û sînorên Herêma Kurdistanê, dest pê kirine, ku ev çend roj in li navçeyên Silopî û Cizîrê pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê û rêxistina xortan a PKKê heye, lê niha ew dergeh ji aliyê Tirkiyê ve vekiriye.”
Qayîmqamê Bajarokê Zaxo wiha got: “Rojane bi sedan geştiyar û kamyonên Tirkiyê tê de derbas dibin û xalekî girîngî bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.”




