26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyekî PDK: Yekgirtû pêşniyareke navend dike, YNK jî wê bi baş dibîne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragehand ku, wan 3 pêşniyar pêşkeşî aliyên siyasî kiriye “Yekgirtûya Islamî pêşniyara navend dike, YNK jî baş dibîne.”

Mehmûd Mihemed ku endamê şanda danûstandinan a PDK ye, ji radyoya Dengê Amerîka re ragehand ku, YNK peywednî bo Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re kiriye, ji bo dirêjkirina heyama civînan bo emeke din.

Mihemed amaje kir ku, PDK di civîna borî de 3 pêşnyarê pêşkeşî aliyên siyasî kirin, derbarê pirsa serokatiyê de, ew dixwazin ku her 4 aliyên din jî xwedan bijarde bin.

Navborî amaje kir jî ku, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê pêşniyareke navend pêşkeş kiriye, YNK jî wê pêşniyarê baş dibîne.

Duh Şemiyê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragehand ku, li ser daxwaza YNK û razîbûna PDK û aliyên din, civîna îro ya aliyên siyasî hat paşxistin.
 

Nûçeyên têkildar