Dezgeha Barzanî alîkarî da 2 hezar û 275 malbatên penaberan

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Heyva Sor a Kiweytî hêrî kêm alîkarî bi ser 2 hezar û 275 malbatên penaberan li kampên Erbet û Beherkê li Herêma Kurdistanê.
Îro di dirêjeya pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberên Li Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam, ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li nava kampan û derveyî kampan berdewam alîkariyan pêşkêşî penaberan dike û di vî alî de wê dezgehê bi alîkariya Heyva Sor a Kiweytî bo çendîn car alîkarî penaberên li Herêma Kurdistanê dikin û herî dawî li Parêzgeha Silêmaniyê rabûn bi alîkariya penaberan û hezar 489 sele bi ser wan de belav kirin.
Herwiha li kampa Beherkê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de jî, Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Heyva Sor a Kiweytî seleyên xwarinê bi ser 785 malbatên koçberan de belav kirin.




