Civîna aliyên siyas hat paşxistin

Hewlêr-KDP.info- Civîna her 5 aliyên siyasî yên Herêm Kurdistanê li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê hat paşxistin.
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand:
Li ser daxwaza nûnerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê ya ji bo paşxistina civîna aliyên siyasiyan û piştî rizamendiya her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, biryar hate dayîn civîna roja yekşemê (06/09/2015) bê paşxistin heta heftiya pêş de û li roja yekşemê (13/09/2015) li heman dem û cihê diyarkirî bê encamdan.
Mebesta paşxistina civînê jî ji bo wê yekê ye ku aliyan pêwîstî bi demên zêdetir heye ji bo encamdana civînên navxweyî û hevbeş li gel hevdû bi mebesta guftûgokirin û nirxandina komek pêşniyaran li vê maweyê da û amadekirina wan ji bo kombûna pêş de.
Her wiha Fuad Husên ragihand, hêvîdarîn kombûna pêş de yekalîker bê û xelkê Kurdistanê bêne şad kirin bi helwestekî yekgirtî hevbeş li berjewendiya gelê Kurdistanê de be.




