Serok Barzanî: Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bi dilsoziyeke mezin bi erkên xwe radibin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, eger aliyên siyasî lihev nekin, rêya herî baş bo çareserkirina vê kirîzî raya gel e.
Îro li bajarokê Pîrmam ê ser bi Hewlêrê ve, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kobîs û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Jan Kobîs ragihihand: “Her ku em ligel berpirsên Herêma Kurdistanê re dicivin, em hest dikin ku bo çareserkirina pirsgirêkan ew bi cidî hewl didin. Em bi vê hevbeşî û pêwendiya hevbeş di navbera xwe de dilxweş in.”
Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêvajoya siyasî û rewşa leşkerî li Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û şanda mêvan daxwaz ji Barzanî kirin ku nêrîna xwe li ser van mijaran ji wan re diyar bike.
Sero Barzanî ji şanda NY re da zanîn ku, gengeşeya ku niha li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê rû dide, beşek e ji pêvajoya demokrasiyê û pêwîst e hemû aliyên siyasî derbarê wê pirsê de rola xwe bibînin.
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Eger aliyên siyasî lihev nekin, rêya herî baş bo çareserkirina vê kirîzî raya gel e.”
Serok Barzanî tekez kir ku, “Vê pirsê bandoreke xerab li çeperên şerê li dijî terorîstan nekiriye û niha hemû Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê bi dilsoziyeke mezin bi erkên xwe radibin û welatê xwe diparêzin.”
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kobîs hêvî xwest ku, Ev pirsgirêk bi zûtirîn dem çareser bibe, ji ber ku, ji ber rewşa Iraq û navçeyê berdewambûna vê rewşê dibe sedema derketina tevliheviyê û dê bandoreke xerab li pey xwe bîne.
Di mijareke dinê vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û hengavên Serok Wezîrê Iraqê yên ji bo çaksaziyê xistin berbehs û Serok Barzanî ragihand ku eger ew prose bi navê çespandina destûr û hevbeşiya rastîn û binbirkirina gendeliyê bê wê demê Herêma Kurdistanê bi tevahî piştevaniyê lê dike, lê belê eger ji bo piştguh xistina destûr û îhmalkirina aliyan bi taybetî gelê Kurdistanê bê û armanca wan piyadekirina hukmekî takrewane bê, wê demê red dikin.
Serok Barzanî tekez kir ku baştirîn çareserî ji bo kêşeyên Iraqê hevbeşiya rasteqîne û beşdarîkirina hemû pêkhatan û bi cîhkirina destûre.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî gelek spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku gotarên rêzdar dîmenên baştir li ber çavê wan rûn kir û di derbarê vê proseya niha ya Serok Wezîrê Iraqê kar ji bo wê dike, Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî piştgîriya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî ragihand û tekez kir ku divê hemû aliyên Iraqî ber çavên wan rûn bê û armanca wê proseyê bi tevahî ji bo hemû aliyan rûn bibê bo ku li serxistina proseyê de piştgîriya Serok Wezîrê Iraqê bikin.
Behskirina rewşa siyasiya navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




