Bavê wî zarokê ku cîhan hejand dixwaze kurê xwe li Kobanî veşêre

Tirkiye-KDP.info- Bavê wî zarokê kurd ê ku di deryayê de li ser rêya Ewropayê xeniqî, daxwaz dike ku termê termên hevjîna wî û kurên wî li Kobanî bên veşartin, ji ber ku ew axa bav û kale wan e.
Dîtina termê wî zarokê kurd ê bi nave Aylan li ser kenarê Deryaya Bordrumê ku temenê wî tenê 3 sal bû, wîjdanê mirovatiyê hejand. Bavê Aylan, Ebdullah ji rojnameya Sol a Tirkiyê re ragihandiye: Jibilî Aylan kurekî min 5 salî û hevjîna minReyhan xeniqîn. Daxwaz dikin ew li Kobanî bên veşartin ji ber ku ew cihê me ye.
Meta Alan û Xalib a bi navê Tîma Kurdî jî li ser bûyerê axifiye û gotiye, min sibê zû ew xeber bihîst. Jinbira min telefona min kir û got, Ebdullah gotiye hevjîna wî û du zarokên wî di nav avê de mirine.
Tîma dibêje, 20 sal in ez li Kanadayê dijîm. Min dixwest wan bi rêkên qanûnî bînim Kanadayê lê nebû. Wan bi fermî daxwaza mafê penaberiyê ji Kanada kiribûn lê Kanada daxwaza wan qebûl nekiribû ji ber wê jî çûbûn Tirkiyê.
Ew neçar dimînin bi qaçaxî derbasî Kanada bibin çimkî ne NY navê wan tomar kiribû ne jî Tirkiyê vîzeya derketinê dida wan.
Meta AÎlan dibêje, di wê heyama ku li Tirkiyê bûn min ew xwedî dikirin ji ber ku li Tirkiyê rewşa koçber û penaberan pir xirab e.




