Mîranî: Em piştgiriyê li mafê tirkmenan di Destûra Kurdistanê de dikin

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîturoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di dema pêşwaziya li şanda parteke tirkmenan de ragihand ku, ew wek PDKê piştgiriyê li mafê tirkmenan di Destûra Kurdistanê de dikin.
Îro Pêncşemê 3/9/2015 li baregeha Polîturoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîturoya PDKê pêşwazî li Serokê Partiya Tirkmen Îlî, Riyaz Sarî Kihye û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Mîranî jibilî bixêrhatina şanda mêvan hêvî xweşt ev hevdîtin berdewam bin bo bihêzbûna pêwendiyên herdu aliyan ku di xizmeta kurd û tirkmenan de bin û belavbûna aramiyê li Herêma Kurdistanê.
Mîranî behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer kir û got ew berevaniyê di ber nirxên demokrasiyê û aramî û asayişê. Herwiha da zanîn ku kurd û tirkmen gelek qurbanî bo parastina pêkvejiyanê û aştî û şikenandina DAIŞê dane.
Piştre Sekreterê Polîturoya PDKê pêwendiyên herdu aliyan bi girîng da zanîn û ragihand ku, ew wek PDKê piştgiriyê li mafê tirkmenan di Destûra Kurdistanê de dikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya Tirkmen Îlî, Riyaz Sarî Kihye spasiya Sekreterê Polîturoya PDKê kir li ser vê pêşwaziyê û hêvî xwest ku ev hevdîtin berdewam bin û da zanîn ku partiya wî bo beşdarî di her erkekî bo parastina aramî û ewlehî û asayişa Herêma Kurdistanê û navçeyê, amade ye.




