25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê: Ew zarokê Kobanî sembola zulma ku hatiye serê gelê kurd

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera xeniqîna Alan Kurdî yê 3 salî de ku xelkê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, daxuyaniyek belav kir.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyera xeniqîna kurekî kurd ê bi navê Alan Kurd û malbata wî de, ku di deryaya Spî de xeniqîne, ragihand, dîmenên cenazeyê Alan Kurd vîjdanê dihejîne û semobleke din a rebeniya gelê kurd e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê daxuyaniyê de ragihand: “Wêneyê termê wî zarokê kurd ê ji Kobanî vîjdanê dihejîne û semboleke din a zulm û belengaziya gelê kurd di cîhanê de ye jî.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Alan û malbata wî ku rêya bicihhiştina welatê xwe û koçberiyê girtin pêşiya xwe, nimûneya mafxwarî û wê zilmê ne ku bi dirêjiya dîrokê û di qonaxên cuda cuda de li dijî gelê kurd hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hemû cîhan berpirs e li wê yekê ku gelê Kurdistanê biparêzin û rê bi dubarebûna karesatan di jiyana mirovên kurd de bigrin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir: “Dema wê yekê hatiye ku dawî bi awareyî, trajedî û êş û azarên gelê kurd were û kurd li ser axa xwe bi aştî û serbilindî bijîn.”

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xortên gelê Kurdistanê kiriye ku axa xwe bi cih nehêlin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya vê daxuyaniyê de daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî û welatên azad kir û wiha berdewam kir:

“Em daxwaz ji civaka navdewletî û welatên azad dikin alîkariya wan aware û koçberan bidin ku berê xwe dane Ewropayê û bîr li wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zilm û cudakariyê were jinavbirin, ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên belengaz ên cîhanê tê kirin.”

Duh 2ê Îlona 2015an termê zarokekî xeniqî li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hat dîtin. Piştre hat zanîn, ku ew zarok kurd e û navê wî Alan Kurd e û ew bi dayika xwe a bi navê Reyhan û birayekî xwe yê bi navê Xalib re di nav deryaya Spî de xeniqîne.
 

Nûçeyên têkildar