25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kuştina pijîşkekî kurd bi destê PKKê, dilgiraniyeke mezin çêkiriye

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Tenê ev 2 sal bûn ku wel pijîşik li Amedê hatibû damezrandin, bavê wî zikê xwe û zarokê xwe têr nedikir ji bo ku xwendina wî ya pijîşkî berdewam be, lê mixabin çekdarên PKKê çend guleyan lê dixin û wî dikujin.

Ebdullah Bîroglu di dema vegera xwe bo malê, li ser rê çend çekdarên PKKê rêya wî digirin, Ebdullah ji bo ku riya wî bi wan nekeve riya xwe diguhere, lê ew çekdarê çend guleyan berdidin otomobîla wî û wî dikujin.

Tevî wê êşa mezin a ku rastî wê malbatê hatiye, lê malbata wê hewar dikin û dibêjin bila careke din kezeba dayîkan neşewite. Ji bo Xwedê bila êdî aştî pêk were.

Dema peyamnêrê BBC Tirk xwest here mala Ebdullah û ligel dayîka wî Amîne Bîroglu biaxive, Amîne bersiva peyamnêrê wî televîzyonê neda û tenê ji bo kurê xwe hewar dikir. Xwşka Ebdullah a bi nave Helîme hat pêşiya peyamnêr û jê re got, ji bo xwedê neçin cem dayîka min, kezeba wê şewitiye, beriya 5 salan xwşkek me mir û niha wa birayê me jî hat kuştin û kezeba me zêdetir şewitî.

Helîme wiha got: “Bawer bikin bavê min zikê xwe û me têr nedikir, da ku pereyan bide hev û bide Ebdullah û ew jî biçe zanîngeha xwe bixwîne û bibe pijîşk. Tenê 2 sal derbas bûye ku ew hatiye damezrandin, lê şehîd kirin. Nehiştin em wî bibînin, niha jî dibêjin tişta ku çû çû, ji bo Xwedê êdî şer nekin, bila dîsa kezeba dayikan neşewite.”

Helîme digiriya û wiha digot: “Bila êdî rêjtina xwînê bisekine, bila dayîk li ser zarokên xwe negirîn. Yên li ser çiyê ne û sivîl û polîs û leşker zarokên dayîkên vî welatî ne bila êdî nebin qurbanê vî şerî. Birayê min zarokekî kurd bû û bi destê kurd şehîd ket. Em naxwazin dilê dayîkeke din bişewite.”

Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş li Enqere bi tundî rexne li PKKê girt ku çawa destê wan ket kuştina wî pijîşkê kurd û got ew kar bê axlaqî ye, ku bi navê şer sivîl bibin qurbanî.
 

Nûçeyên têkildar