26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komisyona Hilbijartinan: Em li hêviya biryara aliyên siyasî ne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Komisyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragehand ku, ji bo diyarkirina roja encamdana hilbijartinan, ew çaverêyî rêkeftina aliyên siyasî ne.

Berdevkê komisyonê Şîrwan Zirar di konferensekî rojnamevanî de ragehand ku, li gor yasaya hijmare 4, em berpirsin li her hilbijartin û rapirsiyekê, em çaveryî aliyên siyasî ne, her demekê ew bigehine rêkeftine, divê em bên agehdarkirin.

Zirar da zanîn ku, piştî rêkeftina aliyên siyasî, dê Encûmena Komisyaran a Komisyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê biraya mîkanîzma karkirinê bidin.

Navborî eşkere kir jî ku, wan daxwaz ji komsulê welatên biyanî li Herêma Kurdistanê kiriye ku alîkariya wan bidin, ji bo birêvebirina hilbijartinan bi awayekî baştir, amadebûna nûnerên wan konsulan di proseya hilbijartinên de jî bi girîng da zanîn.

Nûçeyên têkildar