Pêşmergeyan li Kerkûkê derbeyek dijwar li DAIŞê xistin

KDP.info-Kerkûk- Fermandarê Eniya Başûrê Kerkûk û Dubizê Dr Kemal Kerkûkî ragehand ku çakdarên DAIŞ’ê bi mûşekan êrîşê sengerên Pêşmerge kirine û paşî xwestine dize biken lê Pêşmergeyan bi tundî bersivan wan daye.
Dr Kemal Kerkûkî bo BasNewsê ragehand ku doh bi şev çekdarên DAIŞ’ê ji aliyê Hewîce ve bi mûşekan sengerên Hêzên Pêşmerge dane ber topan û Pêşmerge jî di cîh de bersiva wan daye.
Kerkûkî ragehand ku di dema vê êrîşê de tevahî pêgehên rêxistinê ji aliyê topxaneya Pêşmerge û firokeyên şer ên hevpeymanan hatine bombebarankirin û ew bêdeng kirine.
Fermandarê Eniya Başûrê Kerkûk û Dubizê diyar kir ku di dema topbaranê de komek çekdaran xwestine dize bikin nav sengerên Pêşmerge lê Pêşmerge zû hesiyane û ev plan pûç kirine.
Kerkûkî dazanîn ku ti ziyanek negehiştiye Pêşmerge û ew di amadebaşiyê de ne.




