Şandeyek ji Kurdên Şebek serdana Amerîkayê dike

KDP.info- Mûsil- Serokê Desteya Şêwirî ya Kurdên Şebek ragehand ku, heftiya bê dê şandeyek ji wan biçe Amerîkayê.
Salim Cumha Şebek di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, roja 8ê Tebaxê, dê şandeke paye bilind a Kurdên Şebek dê serdana Amerîkayê bikin “me daxwaza hevdîtinê ligel birêz Obama jî kiriye.”
Şandeya Kurdên Şebek di vê serdanê de wê ligel Kongressa Amerîkayê û wezîrê derve yê wî welatî û çendîn berpirsên din ên paye bilind bicive.
Derbarê acîndeyên serdanê de Cumha got ku, ew dê daxwaz alîkariya zêdetir ji aliyê Amerîkayê ve bo Pêşmergeyên Kurdistanê bikin, taybet bo navçeyên Şebek û Xirîstiyan û Kakeyî û Êzdiyan.
Herwiha dê behsa zilm û zoriya ku li ser wan pêkhateyan hatiye kirin, bikin.
Tevî behiskirina pêwîstiya alîkariya bêhtir a Amerîka û civaka navdewletî bo Herêma Kurdistanê, taybet derbarê pirsa penaber û derbidaeran de.
Babeta sêyem jî dê, behsa cîbicîkirina madeya 140 ji destûra Iraqê bê kirin.




