Nêçîrvan Barzanî fermana vekirina rêveberatiya ewqafê li Helebce îmze kir

Helebce-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana vekirina vekirina rêveberatiya giştî ya ewqafê li Helebce îmze kir û daxwaz ji wezareta ewqaf jî kir ku rêkarên pêwîst bo vekirina wê rêveberatiyê pêk bînin.
Rêveberê Pêwendiyên Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e Helebce bû parêzgeh, lewma rêveberatiyên wê dive bibin rêveberatiyên giştî û li şûna ku ji bo îmzayekê herin parêzgeheke din, dê li li wir karê wan birêve biçe. Serokwezîr fermana vekirina rêveberiya giştî ya wezareta ewqaf li Helebce îmze kir û îro ew ferman gihîşt wezaretê.”
Merîwan Neqişbendî wiha got: “Di fermanê de daxwaz ji me hatiye kirin ku rêkarên pêwîst bo vekirina wê rêveberatiyê pêk bînin. Helbet berê rêveberayetî hebû, lê niha dê bibe rêveberatiya giştî.”




