26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka: Bo jinavbirina rêxistina DAIŞê 10 sal pêwîst e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ragihand, bo jinavbirina rêxistina DAIŞê 10 sal pêwîst e.


Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ragihand, operasyonên esmanî yên Amerîkayê û hevpeymanan li Iraqê û Sûriyeyê astengên mezin li hember liv û çalakiyên çekdarên DAIŞê çê kirine.

Careter derbarê dema şikandin û dawîanîn bi rêxistina DAIŞê de jî got: “Ji têkbirin û jinavbirina DAIŞê re dem pêwîste. DAIŞ dê her jinav biçe, lê ji wê yekê re 5 heta 10 sal pêwîst e.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê herwiha tekez kir, herçiqas operasyonên esmanî yên balafirên hevpeymanan bandorek mezin li çalakiyên rêxistina DAIŞê kiribin jî, lê belê pêwîste li ser erdê jî bi awayekê serkevtî şerê çekdarên wê rêxistinê were kirin.
 
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê herwiha da xuyakirin, bi serpireştiya Amerîkayê, balafirên hevpeymanan heya niha 6 hezar û 500 operasyonên esmanî li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê pêk anîne.

Ashton Carter di vê bareyê de wiha got: “Amerîka û hevpeymanan 6 hezar û 500 êrîşên emsnaî li dijî DAIŞê encam dane û bi awayekê berçav rê li liv û çalakiyên çekdarên girtine û astengî ji wan re çê kirine.”

Carter ku di kongreya salane ya Şerkerên Kevnar de li Baltîmorê diaxivt, herwiha got: “Em dilhêsayî ne ku dê DAIŞ bişkê, lê belê wî karî pêwîstî bi demê heye.”

Carter tekez jî kir: “Pêwîst e Washington ji hemû hêzên xwe yên wek îstixbarat, darayî, hewlên leşkerî û herwiha hewlên dîplomatîk bo şikandine DAIŞê mifayê werbige.”
 
Wezîrê Paratsina Amrîkayê di beşeke din a axavtina xwe de ragihand, ligel berdewambûna êrişên wan ên esmanî li dijîn navend û çeperên DAIŞê, li ser erdê jî amadekarî bo lêdana çekdaran û jinavbirina wan berdewame.

Ashton Carter di vê bareyê de jî da xuyakirin: “Bo şerê DAIŞê li ser erdê heya niha rahênan bi 12 hezar leşkerên Iraqê hatiye kirin, lê me pêwîstî bi hejmareke zêdetir heye.”
 

Nûçeyên têkildar