26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li ser riya Ewropa 11 koçber xeniqîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP-info- Li gor ajansa nûçeyan ya tirkî Dogan, roja çarşemê di hewla derbasbûna ji Tirkiyê bo girava yûnanî Kos, herî kêm 11 koçber xeniqîne.

Li gor Dogan, koçber bi îhtimal ji Sûriyê bûn û bi du qeyikan ketibûn rê. Di qeyikekê de 16 koçber bi cih bibûn, ku 7 ji wan xiniqîn, 4 hatin rizgarkirin, 5 jî hêj winda ne. Di qeyika duyem de jî 6 koçber hebûn, ku jê jî jinek û 3 zarok mirin. Du koçber jî bi arîkariya êlekên avjêniyê xwe dîsa gihandin beravên Tirkiyê.

Ji ber sherê navxweyî li Sûriyê, bi sedhezaran sûrî koçberî Tirkiyê bûna û rojane bi hezaran hewl didin ku ji beravên tirkî xwe bigihînin giravên yenanî û ji wir jî xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Li gor rêxistinên mafên mirovan, di van demên dawî de rojane derdorê 2000 kes ji beravên Tirkiyê hewl didin xwe bigihînin giravên Yewnanistanê.

Li gor Saziya Koçeberan ya Neteweyên Yekbûyî UNHCR jî, îsal di hewla derbaskirina Deryaya Navîn de herî kêm 2500 koçber xeniqî ne.
 

Nûçeyên têkildar