Partiya Bêt Nehrên: Nabe kes li şûna me biryar li ser paşeroja me bide

KDP.info-Hewlêr- Sekreterê Partiya Demokrat a Beyt Nehrên ragehand ku, Serok Barzanî red kiriye ku kursiyê kota li Parlementoya Kurdistanê werin kêmkirin.
Romyo Hekarî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyê siyasî de, behsa pirsa serokatiyê hat kirin, Serok Barzanî behsa destpêka serhildana kirîzê di 23ê Hezîranê de û heta roja îro kir, hemû aliyen jî nêrîna xwe jî pêşkeş kirin.
Hekarî got ku, ew yek ji wan aliyan bûn ku kêmkirina kursiyên kota li parlementoyê red kirine, ji ber ku nabe kes li şûna me biryarê bide.
Serok Barzanî di bersiva gotinên Romyo de, piştgiriy xwe ya temam bo mafê pêkhateyan li Herêma Kurdistanê aniye ziman.
Hekarî wiha berdewam kir “Serok Barzanî di civînê de gotiye, parlementoyê rewatiya xwe ji dest daye, ji ber ku karê parlementoyê û serokê parlementoyê bi rengekî hizbî û ne parlementoyê bû. em navçin nava parlementoyê het ku xuleke din neyên hilbijartin, ji ber ku nikariye babetan yekalî bike û çareyekê ji arîşeyan re bibîne, lewma çareseriya arîşeyan ketiye derveyî parlementoyê de.”




