25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta niha 2 hezar û 129 Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Dihok- Rêveberê Giştî yê Karûbarê Kurdên Êzdî ragehand ku, hejmara Kurdên Êzdî yên ku heta niha ji dest DAIŞê hatine rizgarkirin gehiştiye 2 hezar û 129 kesî.

Hadî Dobanî du daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, her aliyek ji bilî rêvebriya me amarên rizgarbûyên ji dest DAIŞê belav bike “ne rast in”.

Dobanî amaje kir ku, heta niha 2 hezar û 129 kes hatine rizgarkirin, ji wan 306 zilam, 805 jin û hezar û 22 zarokin.

Navborî tekez kir ku, kesên rizgarbûyî ji xelkê bajarokê Zumar û Sinûnî û navçeyên derdora wan in, niha jî li parêzgeha Dihokê bi kesûkarên xwe şad bûne.

Dobanî eşkere kir ku, rêkeftin di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Almanyayê de heye ku, welatê navborî hezar keçî ji bo çareseriya derûnî û canî çareser bike.
 

Nûçeyên têkildar