26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: PDK dixwaze gel serokê xwe hilbijêre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî dibêje, PDKê dibîne ku ya her baş ew e ku berpirs tifaqekê çêbikin, herwiha tekez li ser wê dike ku pêwîst egel bi xwe serokê xwe hilbijêre, ji ber ku bi wî awayî kultûrê demokrasiyê baştir li Herêma Kurdistanê belav dibe.

Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Welîd Qezaz Konsulê Udin li Hewlêrê û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de Hewramî spasiya serkirdatiya PDK û gelê Kurdistanê pêşkêşî gel û Hikûmet û Şahê Urdinê kir ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û dost û piştevanê baş ên Herêma Kurdistanê bûne.

Derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê jî Hewramî helwesta PDK ji şanda Urdinê re zelal kir ku ew e serokê Herêma Kurdistanê hercar ji aliyê gel ve were hilbijartin, ji ber ku ev mîkanîzim ware demokrasî û beşdariya siyasî zêdetir dide welatian û kultûrê demokrasiyê baştir dike.

Hêmin Hewramî wiha got, PDK ligel wê yekê de ye ku ev pirs bi tifaqê yekalî bibe, ji ber ku PDK hemîşe ligel yekrêzî û tifaqê ye û di wê baweriyê de ye ku eger partiyên siyasî negihîştin rêkeftinekê li ser mîkanîzma diyarkirina serokê Herêma Kurdistanê ya baştirîn ew e ku gel li ser wê yekê biryarê bide.

Ji aliyê xwe ve, Welîd Qezaz pêşveçûn û pêşketina Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn. Herwiha da zanîn ku pêvajoya demokrasî û helwesta herêmê û Hêzên Pêşmerge cihê rêz û pêzanînê ye û dostayetiya di navbera Şah Ebdulah û Serok Barzanî jî pêwendiyeke dîrokî ye û pir girîng e eger herdu alî pêş bixin.

Nûçeyên têkildar