25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge berdewam bi tundî li DAIŞê dide

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ragihand ku, terorîstên DAIŞê xwe nêzîkî çeperên Olşmerge dikin da ku êriş bikin, lê pilanên wan tên pûçkirin û piştre balafirên şer ên hevpeyamaniya navdewletî bu giranî çeper û baregehên DAIŞê dan ber bombeyan  û gellek ziyan gihştin wan çekdaran,

Eqîd Îsa Zêweyî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li gundê Nesir û Xaniyê Simêl Beg xwe ji ber Hêzên Pêşmerge veşartibû, lê her zû hên Pêşmerge bi pilana wan hesiyan û bi tundî li wan dan.”

Zêweyî wiha got: “Piştî şikenandina pilana DAIŞê, balafirên şer ên hevpeymaniyê 5 caran li DAIŞê dan û gellek ziyan gihandin wan, ku di nava ziyanan de gelek oromibîlên wan hatin têkbirin.”
 

Nûçeyên têkildar