Hevkariyên Berîtanyayê bo xelk û hikûmeta Kurdistanê didomin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Berîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li ser berdewambûna xwe li ser hevkarîkirina Kurdistanê kir.
Îro Duşemê 31/5/2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet bo Karûbarên Encumena Wezîran ya Berîtanyayê Hon Oliver kir.
Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û ecibmayîbûna xwe ya li hember rewşa Kurdistanê û herwiha qehremaniya hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê diyar kir û herwiha spasiya hêzên navxweyî jî kir ku karîne asayîşa Kurdistanê biparêzin.
Heyeta mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser domkirina piştgîriyên Berîtanyayê bo xelk û hikûmeta Kurdistanê kir bi taybetî di warê şerê dijî terorê de.
Heyeta mêwan anî ziman ku ew weke Berîtanya kêfxweşin bi peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê û Berîtanya hewldanên hikûmet û gelê Kurd bo hevkarî kirin û bicîhkirina ew hijmara zêde ya penaberan bi girîng dinirxîne.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya heyeta mêwan û hikûmeta Berîtanyayê kir ku di destpêkê şerê dijî DIŞIê de heta niha hevkariya gelê Kurd kiriye û got: Hikûmet û gelê Kurd pêdiviya xwe bi hevkariyên zêdetir heye bi taybetî di warê dabîn kirina çek û perwerde kirina hêzên pêşmerge de.
Di berdewamiya civîna han de rewşa siyasî ya Îraq, deverê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha peywendiyên Kurdistanê li gel welatên din hatin nîqaşkirin




