Serok Barzanî piştrastî da..Di vê proseyê û di vê gengeşeya demokratiyê de tu tiştekî şaş rû nade

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de dûpat kir ku kêşeyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li çarçêweya proseya demokrasî û geşkirina demokrasiye û ragihand ku pêwîste hemû aliyek ji wê yekê dilniya bin ku di vê proseyê û li vê gengeşeya demokratiyê de tu tiştekî şaş rû nade û eve jî xiste rû ku xala herî girîng eweye ku hêzên Pêşmerge û asayîş têkilî gengeşeya siyasî nabê
Roja dûşem 31.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Olîvêr Lêtuîn Wezîrê Karubarê Encumena Wezîrên Brîtanya û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û balkişand li ser rol û hewla hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê teror û parastina asayîşa navçeyê û cîhanê da kir û ragihand ku niha cîhan pişta xwe bi hêzên Pêşmerge dibestê.
Her wiha ji bilî balkişandina li ser qeyrana aboriya Herêma Kurdistanê û hebûna hejmarekî zêdeyê koçberan û têçûnên şerê DAIŞ, sersamiya xwe bi îdaredan û serkirdayetîkirina serkeftiyaneya vê qonaxa aloza Herêma Kurdistanê de nîşanda.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Brîtanya û welatên dost û hevpeymanan kir ku yarmetiya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan daye û tekez li wê yekê kir ku em hemû li yek bereyê da ne li dijî rêxistina terorîstî ku îmkaniyata çendîn dewletan li ber destê wan de heye û bi hewla hevbeşa hemû aliyek bê kirin serkeftinên baş jî têne mîsoger kirin.
Her li vê hevdîtinê de rewşa bajarê Musil û proseya azadkirina vî bajarî hate nirxandin û behsa qonaxên piştî şikestdana DAIŞê kirin û di derbarê vê babetê de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan rûnkir ku bajarê Musil û parêzgeha Nînowa taybetmendiya xwe heye û pêwîste piştî şerê DAIŞ dilniyayiyekî tevahî bidin pêkhatên cûda cûdayên vê parêzgehê ku êdî ew karesat dûbare nebin û her ji niha ve hevdû têgihîştinekî siyasî li navbera aliyan û pêkhatên Nînowa dirust bibê.
Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku kêşeyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li çarçêweya proseya demokrasî û geşkirina demokrasiye û ragihand ku pêwîste hemû aliyek ji wê yekê dilniya bin ku li vê proseye û li vê gengeşeya demokratiyê da tu tiştekî şaş rû nade û eve jî xiste rû ku xala herî girîng eweye ku hêzên Pêşmerge û asayîş têkilî gengeşeya siyasî nabê û ew qeyrana niha jî nîşan da ku hêzên Pêşmerge xwediyê dozê ne û ji qaliba hizbî derketine û erkê parastina welat bi baştirîn awayî bi cîh dike.
Her li vê kombûnê da behsa kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û rewşa siyasî û emniya Iraqê û paşaroja jiyana siyasî ya Iraq û pêkhatên wê kirin




