26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PDK dê dozê li dijî wan kesên ku Hewlêrê tohmetbar dikin, veke”

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Endamekî komîteya xaz û enerjiyê li Parlementoya Iraqê ragehdna ku, ew dê dozekê li dijî wan kesan tomar bikin, ku dixwazin Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bo Îsraîlê tohmetbar dikin.

Parlementerê Iraqî, Muwefeq Rubeyhî, ji medyayê Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bo Îsraîlê tohmetabr kiribû.

Di vê derbarê de endamê komîteya xaz û enerjiyê li Parlementoya Iraqê, Tariq Gerdî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re got ku, wî ji Ruheyhî re gotiye ku, eger ew tohmetên ku li dijî Herêma Kurdistanê belav kirine, bê belgeh bin, dê frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê li parlementoyê dozekê li dijî tomar bikin.

Tariq Gerdî tekez kir jî ku, eger bekgeh di dest Rubeyhî de hebin, bila bê du û sê wan eşkere bike.

Navborî diyar kir jî ku, Herêma Kurdistanê petrola xwe bi awayekî rasterast nafiroşe ti welatekî, lê belê difroşe kompaniyayan, ew kompanya jî azadin ku bifroşin kompanya yan dewletan.

Gerdî amaje kir jî ku, di yasaya budceya sala 2015an a Iraqê de hatiye ku, Herêma Kurdistanê divê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike, pişka mayî jî ew azade ku çawa bifroşe.

Nûçeyên têkildar