Şandek ji Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike

KDP.info-Hewlêr- Cîgirê serokê komîteya çavkaniyên xwezayî li Parlementoya Kurdistanê ragehand ku, dê şandek ji Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê bike, ji bo ku çareyekê ji wan pereyên di Halk-Bank de bibînin.
Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, beriya niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Wezîrê Darayî kiribû ku, serdana Tirkiyê bikin, ji bo çareserkirina pirsa wan pereyên Herêma Kurdistanê yên di bankên Tirkiyê de, lê serdan nekirine.
Şeiban tekez kir jî ku, niha riyên îdarî hatine cîbicîkirin, ji bo ku pereyên ku di Halk-Bank de ne bo Herêma Kurdistanê bên şandin.
Navborî amaje kir ku, dê ew pere bikevin hîsabek taybet de li Banka Kurdistan a Navdewletî de.




