26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Şeşo daxwaz ji Kurdên Êzdî dike vegerin malên xwe

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Şingal- Fermandarekî Pêşmerge li Çiyayê Şingalê radigehîne ku, jiyana derbideran li ser Çiyayê Şingalê gelek baş e û ti pirsgirêkeke wan nîne.

Qasim Şeşo di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji niha de bêhtir ji 12 hezar welatiyên Şingalê li ser çiyê ne, jiyana wan gelek baş e, berdewamjî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkariyan pêşkeşî wan dikin.

Şeşo got jî ku, peewits bi rya dezgehên mayday daxwaz ji derbiderên bajarokê Sinûnê û navçeyên din ên azadkirî bê kirin, da ku vegerin malên xwe, ji ber ku ew navçe hemû ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve parastî ne,

Wî fermandarê Pêşmerge tekez kir jî ku, êdî şiyan û karînên DAIŞê li nava Şingalê gelek qels û lawaz bûne, êdî nikarin xwe himberî êrîşên Pêşmergeyan bigrin.

Nûçeyên têkildar