Li Norwêjê xwepêşandana piştgiriya serxwebûna Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info-Li paytexta Norwêj Osloyê xwepêşandanek berfereh bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê birêve çû.
Doh êvarê bi pêşngiya Partiya De Kristne ya Norwêjî, li paytexta vî welatî Osloyê, bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê xwepêşandanek berfereh hate sazkirin.
Di xwpêşandanê de çalakvanan nameyên xwe gehandin serokwezaretiya Norwêçê û daxwaz kirin ku Norwêç piştgirî bide gelê kurd.
Nêzîkê 500 Kurdên ku li Osloyê rûdinin û endam, alîgirên Partiya De Krsitne û dostên Kurdan jî beşdarê xwepêşandanê kirin.




