Kanada li ser alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwermendê Encumena Ewlekariya Kanadayê kir û di wê hevdîtinê de û di wê hevdîtinê de şanda Kanadayê jî ev yek dûbare kir ku Kanada berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê û Kanada qurbanî dan û şerê Kurdistanê ya li dijî terorîstên DAIŞê bilind dinirxîne û her tim li ber çavan e.
Îro Yekşemê 30-8-2015 Şêwermendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya hevpîşeyê xwe yê Kanadayê Richard Fadden û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Kanadayê yê li Iraq, Urdin û çend berpirsên din yên Kanadayê tê de amade bûn behsa pêdiviyên giştî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê û hevkariyên leşkerî û herwiha pêşhatên siyasî û ewlekarî yên vê dawî hate kirin.
Derbarê pêdiviyên bo têk birina terorîstên DAIŞê û karînên terorîstên DIŞIê de behsa erkê civaka cîhanî di warê leşkerî, darayî û peywendiyên hember terorîstan û herwiha pêdiviyên asta îdeolojîkî ya terorîstan a ji aliyê welatên îslamî ve kir.
Di berdewamiya civîna han de heyeta Kanadayî jî ev yek dûbare kir ku Kanada berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê û Kanada qurbanî dan û şerê Kurdistanê ya li dijî terorîstên DAIŞê bilind dinirxîne û her tim li ber çavan e.
Derbarê danûstandinên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya danûstandinên han yên bo çareser kirina kêşeyên heyî kir û got: Ew tiştên ku niha li Kurdistanê de diqewmin nîşaneya serkeftî bûna prosesa demokrasiyê ye ku hevdem li gel dijwar bûna kêşeyên heyî lê Hêzên Pêşmerge û ewlekarî bi yekgirtî mane û di eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê de parastina Kurdistanê dikin.
Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ew danûstandinên han di demeke nêz de bigehêjin encamên baş û ev encamên han di xizmeta berejwendiyên netewî yên gelê kurd û Kurdistanê de bin




