Encama civîna îro: Mekanîzma hilbijartina serok..2 bijarde hene

Hewlêr-KDP.info- Îro şeşemîn civîna partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê derbarê kirîza serokatiyê de bi dawî hat û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, derbarê mekanîzma hilbijartina serok de gotûbêj hat kirin.
Civîna îro 30ê Tebaxê şeşemîn civîna 5 alî ya navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de bi dawî hat.
Îro şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê li hola şehîd Seid Ebdullah li Hewlêrê derbarê kirîza Serokatiya Heêrma Kurdistanê de civiyan.
Piştî civînê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ku serpireştiya civînan jî dike, di konfransa rojnamevaniyê de ragihand, di civîna îro de behsa mekanîzmên hilbijartina Seorkê Herêma Kurdistanê de gotûbêj hat kirin.
Fûad Hisên da xuyakirin, di civînê de çend nêrînên cuda derbarê şêweya hilbijartina serok de hebûn û derbarê çend bijardeyan de gotûbêj hat kirin û ji wan:
1-Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê di nava xelkê de û bi rêya refreandumê
2-Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê di nava parlamentoyê de.
Hisên tekez kir, ku derbarê hilbiajrtina serok di nava parlamentoyê de jî du nêrînên cuda hebûn.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê wê yekê de wiha got: “Hinek alî li ser vê baweriyê bûn ku eger serok di nava parlamentoyê de were hilbijartin, pêwîst e bi dengê 2 li ser 3ê parlamenteran were hilbijartin. Lê belê hinek alî jî daxawz dikirin, ku serok bi dengê 50+1 ê dengê parlamenteran bê hilbijartin.”
Fûad Hisên herwiha da xuyakirin: “Eger aliyên siyasî derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de lihev nekin, wê demê bijardeyek din heye ku ew jî encamdana hilbijartinên giştî yên pêşwext e, lê belê em hêvîdarin negihîjin vê bijardeyê û hemû alî lihev bikin.”
Hisên behsa şerê medyayî ya di navbera aliyên siyasî yên beşdarê civînê de jî kir û got: “Di civînê de herwiha biryar hat dan, ku hemû alî êrişên ragihandinî yên li dijî hev rawestînin û daxwaz hat kirin ku hemû partî girêdayî wê yekê bin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha aşkere kir, ku aliyên beşdar di civînê de li ser destilatên Serokê Herêma Kurdistanê jî nakokî hebnû û di vê bareyê de wiha got: “Li ser pirsa desthilatên serok jî ku gelo serok desthilat hebe yan jî desthilatên serok kêm bin, nakokî heye. Hinek alî daxwaz dikin wekheviyek di navbera desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encûmena Wezîran de hebe.”
Fûad Hisên di dirêjiya daxuyaniya xwe de ragihand, ku civîna bê dê roja yekşemiyê 6ê Tebaxê were encamdan û hêvî kir, ku di civîna bê de hemû alî li ser pirsa seroaktiyê lihev bikin.
Hisên di vê bareyê de got: “Nabe em her civînan lidar bixin û negihîjin ti lihevkirinekê. Pêwîste di civîna bê de biryar bê standin. Eger Em negihîjin ti lihevhatinekê, ti rê namînin ji bililî bijardeya encamdana hilbijartinên pêşwext, ji ber ku ti bijardeyên din namînin.”
Derbarê pirsyarekê de ku gelo çima aliyên pêkhateyên kêmanî yên olî, neteweyî û nûnerên partiyên din ên di parlamentoyê de beşdarî civîna îro de nebûn, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha got: “Ew alî hatibûn vexwandin. Mixabin ku ew nehatin. Derî ji wan re bo beşdarbûn di civînê de vekirî ye. Lê belê wan bi xwe jî di nava xw de aliyên cuda û partiyên cuda hene û nakokî di nava wan de heye û dibêjin ku nabe tenû nûnerek li cihê me hemûyan beşdar be. Wan gotiye, pêwîste şandek ji wan beşdarî civînê bibe.”
Li ser pirsyara, gelo rêkevtinên berê û bi taybet ên di civîna pêştir de berdewam in an na, Fûad Hisên got: “Ew rêketin her mane, lê belê em hêvîdarin em bigihîjin encamekê daku ew rêkevtinên berê jî hemû bibin pakêcek û rêkevtina dawî pêk bê.”
Derbarê paşxistina civînê de jî Hisên tekez kir: “Ji ber 2 sedeman civîn hat paşxistin, sedema yekem ji ber wê ku derfet ji partiyan re hebe derbarê bijardeyên heyî de gotûbêjan bikin û ya duyem jî ew bû ku partiyan derfeta wê yekê hebin kombûnên du alî û çend alî encam bidin û derbarê wan bijardeyan de lêkolînê bikin.”




