Mesrûr Barzanî hewl bo bi jenosîdnasîna komkujiya kurdên êzîd dide

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Dadgeha Navnetewî ya Tawanan kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ew hewla bo bi jenosîdnasîna komkujiya kurdên êzîd dide.
Îro Yekşemê 30/8/2015 Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya yekem Serokê Dadgeha Navnetewî ya Tawanan Luis Moreno Ocampo û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de heyeta mêwan behsa armanca serdana xwe bo Kurdistanê kir û ragehand ku mebest ji vê serdana han komkirina zaniyarî û belgeyan li ser ew komkujiyê ye ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve derheq bi kurdên êzîdî hatiye kirin.
Li hember de Mesrûr Barzanî hewla heyeta han bi girîng wesif kir û bi kurtî behsa çawetiya dagîr kirina Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve û herwiha komkujiya Kurdên Ezidî kir û got: “Em qurbaniyên ew cure tawan û komkujiyên hanin jiber vê çendê dûbare ji nûve awedan kirin û damezrandina Rojhilata Navîn gelek girînge.”
Di beşeke din ya hevdîtina han de Moreno Ocampo eşkere kir ku kom kirina belgeyên han li ser komkujiya êzîdiyan hem bo bi jenosîdnasîna komkujiya han û hem bo şerê we yê li dijî terorîstên DAIŞê vê geleke bisûd be.
Her di hevdîtina han de Mesrûr Barzanî amade bûna xwe bo piştgîrîkirina karên heyeta han diyar kir




