26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî spasiya canfîdayî û xoragiriya fermandar û Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî careke din spasiya canfîdayî û xoragiriya fermandar û Hêzên Pêşmerge kir.

Îro Yekşemê 30/8/2015 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Muhemed Hecî Mehmûd kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û herwiha behsa rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê hate kirin bi taybetî serkeftinên vê dewî yên li mihwera Başûrê Kerkûkê de û Serok Barzanî careke din spasiya canfîdayî û xoragiriya fermandar û Hêzên Pêşmerge kir.

Her di hevdîtina han de Serok Barzanî rola Hecî Mehmûd jî bi roleke girîng wesif kir û eşkere kir ku Hecî Mehmûd di destpêkê şerê dijî terorîstan de heta niha weke pêşmerge û Fermandarekî jêhatî beşdariya şerê parastina Kurdistanê kiriye.

Nûçeyên têkildar