26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya navdewletî û Pentagon spasiya Pêşmergeyan dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Hevpeymaniya navdewletî û Pentagon spasiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de dikin.

Wezarete Bergiriya Amerîka bo azad kirine çend gundekî Kerkukê ji destê DAÎŞ’ê destxweşî li Pêşmerge kir.

Wezareta Bergiriya Amerîka bo serkevtin û şikandina teroristên DAÎŞ’ê sipasiya Pêşmergeyan ki ku 28.8.2015 hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bo bi hêzkirine parastina Kerkukê li Başûrê Kerkukê operasyonke berfireh dane destpê kirin, bi piştgiriya balefirên hevpeymanan û 11 gund ji destê DAÎŞ’ê rizgar kiribûn.

Di vê operasyone Pêşmergeyande 200km2 ji DAÎŞ’ê hat paqijkirin û ev rêxistina terorîstî 45km ji Kerkukê hat durxistin.

Hevpeymaniya navdewletî jî di daxuyaniyekê de sa zanîn ku, Pêşmerge bi awayekî serkeftî karîn bêhtir ji 200 kîlometra çargoşe li başûrê Kerkûkê azad bikin.

Serokerkanê hêzêm têkel ên erkên hevbeş û operasyonên çareseriya bingehîn di daxuyaniyê de gotiye: “Hêzên Pêşmerge operasyoneke girîng li rojhilatê Duzxurmatû û bakurê Iraqê encam didin. Bi piştgiriya esmanî ya hevpeymanan, Hêzên Pêşmerge karîn di heyameke kêm de rûbereke berfereh pak bikin û biparêzin.”

Wezereta Amerîka vê jî erşkere dike ku, wê êrişên asamanî yên li dijî DAÎŞ’ê bidomon bi serpereştiya Amerîka û herweha wê Amerîka berdewambe li ser piştgiriya hêzên Kurdî.

Nûçeyên têkildar