Ji sedî 60ê gundên sînorî neavedankirî ne..sedem jî PKK û Tirkiyê ye

KDP.info- Soran- Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe li Parlementoya Kurdistanê ragehand ku, ji sedî 60ê gundên sînorî neavedankirî ne, ew jî ji ber nearamiya navçeyê ye.
Nazim Kebîd di daxuyaniyekê de ji KDP.info re got ku, ji Zaxo heta Pişderê, binke û baregehên PKK li navçeyê ne, xelkên wê navçeyên ku dixwazin vegerin û zadê xwe peyda bikin, rêgirî li wan tê kirin, heta niha jî nikarîne sûdê ji navçeyên xwe bibînin.
Beriya niha jî Komîteya Navxwe li Parlementoya Kurdistanê serdana navçeya Zargelî kiribû, ji bo ku ziyanên ku ji encama bombebaran Tirkiyê gehiştibûn de tomar bike.
Nazim Ekber tekez kir jî ku, ji ber hebûna pêgehên PKK û êrîşên Tirkiyê yên berewam li dijî wan, aramî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê nemaye û ji sedî 60ê gundan mehatina avedankirin.




