26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aliyên siyasî bo 6emîn car li ser pirsa serokatiyê dicivin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Partiyên sereke yên beşdarî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek partiyên din, li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdsitanê dicivin.

Civîn îro Sêşemê danê sibehê li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê birêve diçin, vê carê jî partiyên ku endamên wan di Parlementoya Kurdistanê de hene, herwiha pêkhateyên Xirîstiyan û Tirkmen beşdarî civînê dibin.

Duh, 29ê Tebaxê, Serokê frakesyona Azadî li Parlementoya Kurdistanê, Ebû Bekir Karwan ji KDP.info ragehand ku, hinek alî hene ku dixwazin bi zorê çar aliyan bikin yek, nêrînên me yên cuda hene, em tenê bi yek nûnerê beşdarî civîna îro nakin.

Aliyên siyasî di civîna xwe ya 27ê mehê de, li ser 13 xalan rêkeftibûn, lê dibe ku îro çend xalên din jî werin pesendkirin.

Nûçeyên têkildar