Civîna sibe ya aliyên siyasî dê ferehtir be

KDP.info- Hewlêr- Biryar e sibe Yeşkemê gereke din a danûstandinan di navbera aliyên siyasî yên serekî li Herêma Kurdistanê birêve biçe, herwiha dê pêkhateyên din jî di civînê de beşdar bin.
Di civîna borî de, aliyên siyasî li ser 13 xalan derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de rêkeftibûn.
Çavkaniyeke beşdar di civînan de ji KDP.info re ragehand ku, di civîna sibe de, wê pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê û ew aliyên ku kursiyekî wan di Parlementoya Kurdistanê de heye, beşdarî civînê bin.




