26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebû Bekir Karwan: Em bi yek nûnerî naçin civîna sibe

Çavkanî: KDP.info

”KDP.info-Hewlêr- Serokê frakesyona Azadî li Parlementoya Kurdistanê ragehand ku, hinek alî hene ku dixwazin bi zorê çar aliyan bikin yek, nêrînên me yên cuda hene, em tenê bi yek nûnerê beşdarî civîna sibe nakin.

Ebû Bekir Karwan di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku “em beşdarî civîna sibe nabin, sedem jî ewe ku, wan aliyan daxwaz ji me kirine ku em her çar partî bi yek nûnerî beşdar bibin, ji xwe ew har çar partî xwedan bîr û baweriyên cuda ne, er partiyek ji wan nûneratiya aliyê din nake.”

Bêhtir got jî: “Ew alî dixwazin bizorê me bikin yek, ew jî nabe, ji ber ku nêrînên me cuda ne, ez dizanim jî ku partya Komonîst, Tevger, Sosialist û Zehmetkêşan tevlî civînê nabin.”

Nûçeyên têkildar