Fadil Mîranî: nehezên gelê Kurd dixwazin metirsiyên meizn ji ezmûna Herêma Kurdustanê çêbikin

Hewlêr- Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fadil Mîranî ragehan ku, nehezên gelê Kurd çavdêriya reûşê dikin û dixwazin pirsgirêk û metirsiyên meizn ji ezmûna Herêma Kurdustanê çêbikin.
Fadil Mîranî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Kurdistan.tv ragehand ku, PDK dixwaze Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, lê eger aliyên siyasî bi wê yekê razî nebûn, bila xelik di referandûmekê de wê pirsê yekalî bikin.
Mîranî tekez kir jî ku, danûstandinên krîza serokatiyê bi awayekî aştiyane birêbe diçin û ti bandoreke nerênîn li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên ewlehî nekiriye, da zanîn jî ku ti metirsî li ser proseya siyasî li Herêma Kurdistanê nîne, ew jî nîşana hebûna azadî û demokrasiyê ye.
Navborî balkişande ser wê yekê ku, nehezên gelê Kurd çavdêriya reûşê dikin û dixwazin pirsgirêk û metirsiyên meizn ji ezmûna Herêma Kurdustanê çêbikin.
Sekreterê polîtbîroya PDK amaje bi rêkeftina aliyên siyasî li ser 13 xalan kir, ew rêkeftin jî bi deriyek baş bo rêkeftina dawî da zanîn.




