25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polonya li ser alîkariya Pêşmerge berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Serkonsula Polonya li Hewlêrê ragihand ku, alîkariyên welatê wê bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin, herwiha rola Pêşmerge bilind nirxand.

Îro di konferanseke rojnamevaniyê de li konsulxaneya Polonya li Hewlêrê, serkonsula Polonya Rênata Têçînsan behsa pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û çalakiyên xwe kir.

Serkonsula Polonya li Hewlêrê wiha got: “Hikûmeta Polonya pir bi rêz li rola Hêzên Pêşmerge dinêre û em wê role bilind dinirxîne. Me serdana eniyên şer kiriye û emê berdewam bin li ser piştevanî û alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.”
 

Nûçeyên têkildar