Welatên biyanî piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin

Hewlêr-KDP.info- Di civîneke Fermangeha Pêwendiyên Derve a Herêma Kurdistanê ligel nûnerên welatên biyanî li herêmê, pirsên niha li Herêma Kurdistanê nirxandin û wan welatan piştevaniya xwe bo Kurdistanê dûpat kir.
Îro Pêncşemê Fermangeha Pêwendiyên Derve a Herêma Kurdistanê ligel nûnerên welatên biyanî civînek lidar xist û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Husên jî amade bû, ew jî bi mebesta dana agahiyên dawî debarê civînên partî û aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê.
Di serî de, Fermangeha Pêwendiyên Derve a Herêma Kurdistanê Felah Mistefa sipasiya piştevaniya wan welatan bo Herêma Kurdistanê kir û got, cihê dilxweşiyê ye ku ji ber wê piştevaniyê û qehremaniya Hêzên Pêşmerge, pêşkeftin û serkeftinên mezin bi dest hatine.
Di beşeke girîng a wê civînê, Dr. Fûad Husên behsa destpêka nakokiyan derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê kir û got ku ev mijar 2 aliyên siyasî û yasayî li xwe digire û niha aliyên siyasî li ser vê mijarê gotûbêjan dikin.
Piştre deplomatkar û nûerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê nêrîna xwe li ser van pirsan diyar kirin û piştevaniya welatên xwe bo herêmê dûpat kirin û hêvî xwestin aliyên siyasî bigihên rêkeftinekê.




