26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Têkelnebûna Pêşmerge bi aloziya siyasî, serkeftin e bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDK Mesrûr Barzanî raihand ku, têkelnebûna Pêşmerge û dezgehên din ên ewlehiyê bi aloziyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, serkeftin e bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê.

Şanda PDK bi serokatiya Mesrûr Barzanî ligel şandeke Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê civiya û piştî civînê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Em bi navê Polîtburoya PDK hatine bo behiskirina nêrînê hev, me hest kir ku nêzîkbûnek di navbera herdu aliyan de heye.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “Ew kirîza ku niha heye, gerek ji destpêkê ve wisa mamele ligel wê nehatiba kirin, li ser asta herêmî û navdewletî piştevaniyek mezin li Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dihat kirin, lê niha kirîzek çêbûye ku bi destan çêbûye. Ev kirîz ne dawiya dinyayê ye û ev serkeftina demokrasî bo Kurdistanê ye.”

Endamê Polîtburoya PDK wiha domand: “Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bi ti awayî têkelî vê kirîzê nebûne, ku serkeftin e bo Serok Barzanî û Kurdistan. Aliyên siyasî dikarin bi tifaqê lihev bikin, eger tifaq çênebû xelkê kurdistanê xwediyê biryarê ye û dive ew biryarê bidin.”

Nûçeyên têkildar