Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateya ne ku beşdarê civînên aliyên siyasî bibin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsa serokatiya herêmê pirsek giringe û mafê pêkhateyan jî heye ku beşdarê civînên aliyan bibin.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsa serokatiya herêmê pirsek giringe û mafê pêkhateyan jî heye ku beşdarê civînên aliyan bibin.
Şandekê Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro piştî nivro li Hewlêrê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî kirin û ji aliyê Emîndarê Giştî yê vê partiyê Mihemed Emîn Ferec ve hatine pêşwazî kirin. Di şanda PDKê de endamên polîtburoyê Dr Kemal Kerkûkî, Azad Berwarî, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab jî hebûn.
Piştî civînê Mesrûr Barzanî û Ferec di civînekê rojnamevanî de axivîn. Mesûr Barzanî diyar kir ku mafê hemû pêkhate û partiyan heye ku beşdarê civînên pêncqolî bin û nûnerên wan di civînan de hebe. Mesrûr Barzanî got ku jiber ku pirsên têne gotûbêjkirin giringin û divê nêrîna aliyan jî di nav de hebe.
Mesrûr Barzanî got ku tenê şandekê PDKê heye bo danûstandinan û nêrîna wan diyare ew dixwazin ezmûna demokrasiyê bê parastin û çareserî bi gotûbêjan nebe divê pirsê bibin ber destê gel û ew biryar bidin.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Emîn Ferec jî diyar kir ku di gehiştina rêkeftinê de ew geşbînin û daxuyand ku ew jî tevlî dibin ku nûnerên aliyên di parlamenê de jî di cîvînan de amade bin.




